Qado Şêrîn: Kongira Êzdiyan li derve pîroz dike

Kongira Êzdiyan li derve,

Hemû endam û mêvanên birêz,

Silav û rêz,

Li pêşî boyî kongira we serkeftinê dixwazim, bi hêviya ku hûn bikaribin biryarên baş ji bo çarenûs û di berjewendiya gelê me yê Êzdî de li Sûriyê bistînin, ew ê di berjewendiya me hemûyan de be, çimkî Êzdî beşekî sereke ji gelê kurd in.

Kongira we di wextek dîrokî de li dar dikeve, di wexta ku miletê Sûriyê bi giştî û yê kurd bi taybetî bi şoreşa xwe ya aştiyane rabûye û ji adara sala 2011an ve berdewame taku rêjîma diktator birûxe û azadî û demuqratî bê Sûriyê.

Li dora pêncî salî ye ku kurd bi giştî û Êzdî bi taybetî ji hemû mafan bêpar mane, jixwe Êzd wek Sûrî, wek kurd û wek Êzdî sê celebên zulm û zordariyê li wan bûne. Êdî erkek dîrokî ye ku em kurd deng û hêza xwe bi yek in, çimkî bê wê emê nikaribin di asta şoreşê de bin, û nikaribin xwedî li doza gelê xwe derkevin, her wisa emê nikaribin mafên we Êzdiyan bidestxînin.

Gelî brêzan,

Em wek nivîskarekî kurd yekkirina helwest û gotara kurdî li rojavayê Kurdistanê erkek netewî û dîrokî dibînin, ew dê bibe egera çesipandin û bidestxistina mafê gelê kurd bi giştî û yê Êzdiyan bi taybetî. Êdî ji me hemiyan tê xwestin ku em di asta şoreş û daxwazên gelê xwe de bin. Her wisa em guman dikin ku mafê çarenûs û bi taybetî fîdralî şêweyê herî serkeftî û baş e ji bo çareseriya pirsa gelê me yê kurd li rojavayê Kurdistanê.

Serkeftin para kongirê we be,

Her şad û bextewer û li pêş bin.

Xêr û xweşî tim li pêşiya we be.

Qado Şêrîn

Hollenda

08.03.2012

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *