Konê Reş: kongira Êzdiyên Suriyê pîroz dike

Birêzan amadekar û beşdarên kongira Êzdiyên Suriyê

li bajarê Bielefeld/Almaniya

Kak Serhan Îsa

Silav û rêz bo we tevan

Hêjano! Ez wek nivîskarekî Kurd ji bajarê suriyê/ Qamişlo ji dil û can silav û pîrozbahiya xwe a gerim bo we beşdarên kongira Êzdiyên suriyê dişînim û serketinê bo kongirê we hevî dikim.. Û dibêjim her bijîn bo parastina vê ola me a herî kevnar di cîhanê de.. Her bijîn bo roka ku di asmanê Mezopotamiya de diçirise.. Bijîn bo zimanê Kurdî..

Hêjano ez xweş bawer im ku parastina ola Êzdiyan di suriyê de parastina zimanê kurdî ye û parastina hebûna gelê Kurd e.. Pîroz be, sed carî pîroz be..

Serketin bo we û xêr û xweşî para we be.

Konê Reş

Qamişlo, 08.03.2012

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *